Sibat 14, 2026 18:42 Asia/Tehran
  • Beqayî: Mafê navokî yê Îranê cewherî ye û nakeve ber bandora zextên siyasî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser mafê zengînkirinê ya Îranê û got ku ev maf bi zextên siyasî nayê têkbirin.

Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, di hevpeyvînekê de, bal kişand ser çarçoveya hiqûqê ya Peymana  Belavnekirina Çekên Navokî (NPT)  û endamtiya Îranê di vê peymanê de ji bo nêzîkî 55 salan û got: Îran di van hemû salan de pabendî erkên xwe bûye û hevdem tekezî li ser pêwîstiya sûdwergirtina ji mafên ku di vê peymanê de hatine destnîşankirin, kiriye. Lê şiroveyên yekalî û siyasî yên hin welatên xwediyê çekên navokî, bûye sedem ku bikaranîna aştiyane ya çekên navokî ji hêla welatên din ve rastî şik û gumanan were.

Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha got ku bernameya navokî ya Îranê her tim zelal  bûye û Ajansa  Navdewletî ya Enerjiya Atomê li gorî Peymana Çavdêrîkirin û Kontrolkirinê ser vê bernameyê çavdêrî kirîye. Îdiayên hilêxistî derbarê mahiyeta vê bernameyê bi piranî hincetek jibo çavtirsiyarîkirina Îranê û zexta siyasî bûne.

 

Serepeyv