Nameya wezîrê karên derve yê Îranê li Konseya Ewlehiyê ya NY
Hezîran 13, 2025 18:39 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê, di nameyekî da ji bo serokê Konseya ewlehiyê nivîsî: Rejîma Siyonîst bi êrişa xwe ya vê dawiyê hemû xêzên sor derbas kirine û divê bersivê bide.
Seyîd Ebas Iraqçî di vê nameyê de ev êrişa wekî ragihandina şerrê dijî Îranê da zanîn û daxwaza şopandina demlidest a Konseya ewlehiyê di vî warî de kir. Iraqçî destnîşan kir ku êrişên Rejîma Siyonîst binpêkirina aşkera ya desthilatdarî û yekperçetiya axa Îranê wekî welatekî serbixwe yê endamê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û êrişeka aşkera dijî Îranê tê hesêb. Divê ev konseya berpirsyariyên xwe anegorî rêziknameyê cih bîne, vê êrişê bi gi9ranî şermezar bike û kiryarên demlidest û diyar ji bo berpirsyarzanîna Rejîma Siyonîst cih bîne.