Rêberê Şoreşê: Pîşeya navokî ya gelê Îranê ye û têkilîyek bi Amerîkayê û yên din ra tine
Rêberê qedigiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê vê sibê li koma berfire û pirrcoş a gel li mezargeha Imam Xumêynî (RE) dema ravekirina meseleya netewî ya navokî da, sûdmendbûna Îranê ji piroseya tam û sedema şanazîyê ya ardûya navokî encama bawerîya gel û zanyarên ciwan derheq gotina ``em dikarin`` zanî.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî hezretê ayetullah Xamineyî amajeyî rol û bandorên girîng ên pîşeya navokî di pêşketina zanistan û pîşeyên din da kir û pêşnîyara navokî ya Amerîkayê bo Îranê tam dijî xala rêveker a ``em dikarin`` zanî û pêgirî kir: Pîşeya mezin a navokî bêyî xurtkirina oranîyomê di piratîkê da bêfeyde ye û bila Amerîka û Rejîma Sîyonîst bizanibin ku ji bo pêkanîna armanca xwe ya sereke yanî jiholê-rakirina pîşeya navokî ya Îranê, nikarin ti karekî bikin. Wî herwiha dîyar kir ku xêr û feydeya pîşeya navokî ne tenê berhemanîna ceryana paqij û erzan e, belkî pîşeya navokî pîşeyeke berhemîner û sereke ye û qadên curbicur ên zanistên bingehîn û endazyarîyê yên fenanî fîzîka navokî, endazyarîya enerjîyê, endazyarîya maddeyan û teknolojîyên hestyar û deqîq di alavên pizişkî, esmangerî û sensorên deqîq ên dîcîtal, derman û pîşeyê têkildarî cotkarî û jîngehê digire ber xwe, lewma dijminên me dil hene nehêlin em van zanistana bi dest bixin.
Wî got ku gotin û daxwaza yekem a amerîkîyan di mijara navokî da `` bêparkirina tam a Îranê ji vê pîşeyê û imkan û xêrên curbicur ên wê ji bo gel û herwiha bêkarbûn û bêhêvîbûna bi hezaran lêkoler û zanyarên ciwan ên çalak di pîşeya navokî da`` ye û dîyar kir: Rêvebirên bêşerm û çavsor ên Amerîkayê vê daxwazê bi gotinên curbicur dubare dikin. Wî got ku rastîya daxwazên zorbêjane yên Amerîkayê ``dijberîya hibmer pêşketin û bêminetbûna gelê Îranê`` ye û pêgirî kir: Me ev rastî gotin ta ku gelê Îranê heta astekê li rastîyan bihesin.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî amajeyî cinayetên serhejîner û bêmînak ên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê jî kir û got: Ev asta rezîlbûn, dilreqqî û şerûtîyê bi rastî mêriv matmayî dihêle. Amerîka jî şirîkê cinayetên Rejîma Sîyonîst e, lewma em pêkutîyê dikin ku divê Amerîka ji vê herêmê derkeve.