Beqayî: Bikaranîna aştiyane ya enerjiya atomî mafê qanûnî yê Îranê ye
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Helwestên isûlî yên Îranê derbarê bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî mafê wê yê yasayî ye.
Îsmaîl Bexayî di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftane de li hember helwestên Trump ên derbarê jinavbirina pîşesaziya navokî ya Îranê de got: Helwesta me û çarçoveya bi pirensîb ku em li ser wan ketine gotûbêjê, nayên guhertin. Tişta ku diyar e helwêstên isûlî yên Îranê derbarê bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî mafekî qanûnî ye. Em nikarin bibin alîgirê peymanekê û bêyî ku em ji mafên ku di peymanê de cih digirin, sûdê wergirin û tenê soz û berpirsiyariyên wê qebûl bikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, derbarê êrişên ser Yemenê û tawanbarkirina Îranê de jî, got: Ew tawanbarkirin li gorî tawanbarkirinên berê ne. Îranê li navçê ne hewcetî bi hêzên bi wekaletekê nîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, di bersiva gefên leşkerî yên dijî Îranê de, jî got: Em ê bi hemû hêza xwe bersiva her destdirêjiyekê bidin û eger ji axa welatekî li dijî Îranê karek bê kirin, ew xal dê bibe armanca rewa ya berevaniyê.