Nîsan 09, 2025 20:26 Asia/Tehran
  • Îran derbasî çiqa sêyem a pêşxistina pîşeya navokî bû

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê ragihand: Têhran derbasî çiqa sêyem a pêşxistina pîşeya navokî bûye ku çêkirin û bikaranîna xwecî ya rekatorên lêkolîn û şîyanê digire ber xwe.

Mihemed Islamî îro di merasima Roja Netewî ya Teknolojîya Navokî da got ku ev, pêngava dawîn di rêya xwecîkirina tam a teknolojîya navokî da tê hesêb.

Wî herwiha ragihand ku di 2 salên vê dawîyê da bayê 20 hezar milyard tûmenî sermîyan di beşa kan û meidenan da hatîye bikaranîn û li gorî planê yê heta 3 salên din 200 hezar milyard tûmenên din jî wek sermîyan were bikaranîn.

Mihemed Islamî herwiha got: Îranê giranîya çalakîyên xwe daye ser pêşxistina çêkirina kêyka zer ji bo dabînkirina ardûya reaktorên navxweyî. Di çaçrova vê planê da, avakirina reaktorên atomî yên nû bi potansîyela 20 hezar megawatî yê heta 16 salên bê were şopandin.

Di merasima rêzigritna li ROja Netewî ya Teknolojîya Navokî da, 6 berhemên nû yên navokî di warên tenduristî, dermankirin û radyodermanan da hatin nimandin. 

Serepeyv