Rêberê Şoreşa Îslamî: Îranê tu dilnigeranî jibo jibo rawestana li ber gefên giran tine
Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî got ku meşa girseyî ya gel li 22’ê Behmenê nîşan da ku gefa dijmin bi nermalavê ser vî welatî û vî gelî bandora xwe tinebû.
Hezretê ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî, vê sibê di salvegera serhildana mezin a gelê Tewrêzê li 29`ê Behmena 1356`an koça tavî li hevdîtina bi hezaran kes ji xelkê vî bajarî, îman, xîreta olî , pêşengbûn û mînaksaziya ji taybetmendiyên berdewam yên gelê Azerbaycan û Tewrêzê bi nav kir û got: Gel tevî pirsgirêkên heyî û xwestekên berheq ku hene di meşa girseyî ya 22'ê Behmenê de nîşan dan ku tevgir û gefên dijmin bi nermalavan jibo destwerdana li raya giştî û çêkirina bêtifaqî û şik û gumanan heta niha bêbandor bûne û hemû medya , xwedîyê araman ,rewşenbîr, nivîskar, hunermend, zana û ciwanên ku di qada saybêrî de çalak in, hemû hêza xwe bînin meydanê ku berevaniya serketî ya nermalavî ya gel li hember pîlanên tevlihev ên dijmin berdewam bibe.
Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha got: Ciwanên îro dost û dijminên xwe nas dikin û li hember hewar hewara kesekî ji wî alî û zûrîna kesekî din ji vî alî, dûrî tirs û bêxemiyê, xwe bi hêz hîs dike û li himberî bûyerên ku kesên xwedî ezmûn di qada siyasî de dihejîne û ji rê derdixîne mîna çiyê sekiniye .