Pizişkiyan:Terorîst me bi terorîzmê tawanbar dikin
Serokomarê Îranê got: Yên ku li welatê me gelek teror pêk anîne, me bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar dikin.
Mesûd Pizişkiyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi balyozên welatên biyanî re bi minasebeta 46-emîn salvegera serketina Şoreşa Îslamî got: Yên ku li welatê me gelek teror kirine, me bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar dikin. Ji bilî ku me dixwest em azad bijîn û gelê me di nava aştiyê de dijîn, tu gunehê me tunebû
Pizişkiyan her wiah got ku ku em ne êrişker in û em li dû şer û aloziyê ne û got: Di roja destbikarbûna wî de wek serokomar li Tehranê Îsmaîl Henîye teror kirin, di halkeî de ku ji destpêkê ve duruşma me ew bû ku em bi dostanî û biratî bi giştan re têkilî daynin. Ew qala mafên mirovan dikin û li Xezzeyê 14 hezar zarokên bêguneh kuştin.