Sibat 02, 2025 17:35 Asia/Tehran
  • Xelkê Xezzê li hember Rejîma Siyonîst ser ketin

Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî, serketina xelkê Xezzê li hemberî Rejîma Siyonîst û Rejîma Amerîkayê wek mînakek ji serêxwegirtina karek nepêkan da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî li hevdîtina bi mamoste, quranxwan û hafizên bijare yên beşdar di dewra 41`an a Pêşbirkên Navnetewî yê Quranê û çîn û qatên gel de, amajeyî vê yekî kir ku serketina xelkê Xezzê li hember Rejîma Siyonîst û Rejîma Amerîkayê wek mînakek ji serêxwegirtina karekî nepêkan bû  û got: Eger hatiba gotin ku xelkê navçeya biçûk a Xezzê bi hêzxurtekî mezin  wek Amerîkayê re dikin şerr û li hember wê bi ser dikevin, wê kesî bawer nekiraba lê ev karê nepêkan, bi xwestina Xwedê serê xwe girt. Hezretê ayetullah Xamineyî amajeyî sekinîna kolonyalîstan li hemberî gelek netewên cîhanê û ne tenê netewê Îranê kir û got: Cidatiya netewê Îranê bi kesên din re ev e ku diwêre vê rastiyê bêje ku Amerîka destdirêjkir, derewîn, Xapînok û dagirkir e û pêbendî ti nirxeka mirovî nîne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: Ne tenê di vê rûbirûbûnê de derbe li netewê Îranê neketiye belekî di hemû waran de pêş ketiye.

Serepeyv