Rêberê Şoreşê: Berxwedana Filistînê, Îsraîl neçar kir paşda vekişe
Hezretê Ayetullah Xamineyî piştî ragihandina hevhatina agirbesê li Xezzê bi weşandina peyamekî li torên civakî nivîsî: Hedar û rawestana xelk û Berxwedana Filistînê, Rejîma Siyonîst neçar kir paşda vekişe.
Li dû ragihandina agirbesê li Xezzê, hesabên rêberê şoreşê di torên civakî de, hevokek ji rêberê Şoreşa Îslamî bi zimanên curbicur weşand. Li naveroka peyama Îmam Xamineyî de hatiye: Îro rojê cîhanê zanî ku hedara xelkê Xezzê û li berxwedana Berxwedana Filistînê, Rejîma Siyonîst neçar kiriye paşda vekişe. Wê di pirtûkan de binivîsin ku rojekî cimaeteka Siyonîst, bi cinayetên herî hovane, bi hezaran jin û zarok kuştin û di dawiyê de jî şikest xwerin.
Piştî 15 mehan jînûsayda Rejîma Siyonîst dijî sivîlên filistînî li Zîvala Xezzê, Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî, wezîrê karên derve yê Qeterê Çarşemiyê bi şev bi awayeka fermî agirbesa di navbera Hemasê û Rejîam Siyonîst de ragihand.