Iraqçî: Civaka cîhanî dibê hibmer terorîsma li Sûrîyê bisekine
Iraqçî wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgîri kir ku pêwîst e civaka cîhanî demlidest hibmer terorîsma li Sûrîyê bertekê nîşan bide.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna Konseya Wezîran a Rêxistina Hevkarîya Aborî ECOyê da got: Zêde ji salekê ye ku welatên navçeyê û cîhanê cinayetên bêsînor, bêmînak û hovane yên Rejîma Sîyonîst ên hibmerî gelê Xezzeyê û di çend mehên buhurî da jî hibmerî gelê Libnanê dibînin û hevgavê ragihandina agirbesê li Libnanê, komên terorîst û tekfîrî li Sûrîyê bi piştgirîya Amerîkayê û Rejîma Sîyonîst dîsan dest bi tevgerê kirine. Di vê rewşê da hişyarbûn û hevahengîya welatên navçeyê û berteka demlidest û kêrhatî ya civaka cîhanî pêwîst e.
Iraqçî herwiha got: Îran salek e ku serokatîya dewrê ya Rêxistina ECOyê dike û bi awayekî ciddî ji bo pêşdebirina armancên girîng ên vê rêxistina mezin a herêmî di çaçrova pêşxistina yekitî û pêşketina gelên herêmê û ECOyê da hewil daye.