Bernama navokî ya Îranê bi awayekî herî giran tê kontrolkirin
Wekîlê Dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li rêxistinên navdewletî yên li Vîyenê pêgirî kir ku bernama navokî ya biaştî ya Îranê bi awayekî herîgiran ji hêla Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) va tê kontrolkirin.
Muhsin Nezîrî- Esil di civîna Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê da amajeyî seredana Rafael Girosî Ser-rêvebirê vê ajansê ya Têhranê û hevdîtinên wî digel rayedarên pillebilind ê Îranê da kir û hêvî kir: Ev danuistandin rê ji bo xurtkirina hevkarîyên erênî ji bo çareserkirina 2 meseleyên mayî û pêngavrakirina ber bi çêtirkirina rewşê anegorî armancên kivşkirî di esasnama Ajansê da, sererast û xeş bike.
Wekîlê Dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li rêxistinên navdewletî yên li Vîyenê dew û doz û tawanbarkirinên dijî Îranê ku ser bingeha lêzanînê sexte û derew hatine hilêxistin pûç zanîn û got: Komara Islamî ya Îranê hevkarîyên di warê teknîkê da bi Ajansê ra ji bo dabînkirina mafan û pêkanîna sozên xwe yên anegorî Peymana Qedexekirina Çekên Navokî (NPT) û rêkevtinameya çavdêrî û kontrolkirinê didomîne û bernama navokî ya biaştî ya Îranê bi awayekî herî giran ji hêla Ajansê va tê çavdêrîkirin û kontrolkirn.
Muhsin Nezîrî- Esil herwiha got: Biryarnama ku dijî Îranê hat derxistin, ji ber danuistandinên Îran û Ajansê him ji hêla teknîkê va û him ji hêla qanûnê va narewa ye.