Bersivdana himberî êrişa Rejîma Îsraîlê ya ser Îranê bêveger û teqil e
Di van rojan da û piştî êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê, siyasetmedarên welatên rojavayî gelek hewl dan û pirr dişêwirin ku rayedarên îranî razî bikin êrişî rejîma zarokuj a Siyonîst neke lê rayedarên Komara Îslamiya Îranê li ser xalekî hevdeng in ku bersivdana li hember destdirêjiya Rejîma Îsraîlê ya ser Îranê bêveger e.
Serleşker Hisên Selamî, serfermandeyê Sipaha Pasdaran di duyemîn Kongireya Netewî ya 15 hezar şehîdên parêzgeha Farsê da pêgîrî kir, îsraîlî fikir dikin bi avêtina çend mûşekan dikarin dîrokê biguherînin; We hê opersyona me ya Wadeya Sadiq a 2`ê ji bîr nekirî; We dîsan êriş kir, lê bizanibin em ê bersiveke wisa himber Israyîlê bidin ku hûn qet xeyala wê nakin.
Wî herwiha got: Îsraîl gihîştiye qonaxa hilweşînê û di van rojan da bêyî ti qanûnekê serederîyê dike û her cinayetekê dike, her ji ber viya em we hişyar dikin ku serî li dîrokê bidin ne li demên dûr ên derbasbûyî. Dîroka 45 salên buhurî û serederiya Îranê ya himberî dijminên xwe bibînin; We rêya hilweşînê bijartiye û we hemû hebûn û jiyana xwe ji dest daye û hunera we derswernegirtina ji dîrokê bû.
Serdar Fedewî, cîgirê serfermandeyê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî jî di vî warî da pêgîrî kir, di zêde ji 40 salên buhurî da me ti destdirêjiyek bêbersiv nehîştiye û em dikarin bi operasyonekê hemû îmkanên siyonîstan bikin hedef.
Serdar Fedewî, amajeyî vê yekê jî kir ku Hizbullah piştî şehadeta seyîdê şehîdên umeta îslamî, Seyîd Hesen Nesrulah, bihêztir û bibiryartir ji berê ye û pêgîrî kir: Bersiva Îranê li hember destdirêjiya Rejîma Îsraîlê bêveger e û me di 40 salên buhurî da ti destdirêjiyek bêbersiv nehîştiy.
Serdar Fedewî pêgîrî kir: Em dikarin êrişî her navçeyeke Erdên Dagirkirî bikin û dûhatên kiryara vê dawiyê ya Rejîma Îsraîlê wê pirr bi êştir û derveyî fikirîna rejîma dagirkir bin.