Bila Konseya Ewlehiyê boykotên giran ser Îsraîlê bisepîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351915-bila_konseya_ewlehiyê_boykotên_giran_ser_Îsraîlê_bisepîne
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Bila Konseya Ewlehiyê boykotên giran ser Îsraîlê bisepîne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 29, 2024 14:43 Asia/Tehran

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Bila Konseya Ewlehiyê boykotên giran ser Îsraîlê bisepîne.

Seyîd Ebas Iraqçî, di hevdîtina digel balyoz û serokên nûneratiyên biyanî yên li Tehranê de got: Di vê dema hestyar û  biçarenivîs a niha de, Îranê tekezî li ser pêwîstiya hewldanên dîplomatîk ên komkî ji bo rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst kiriye û ji endamên civaka navneteweyî dixwaze ku tedbîrên bilez û webirr ji bo rawestandina bombebarankirin û kuştina xelkê bêsuc ên Xezze û Libnanê û şopanidna demlidest a rewşa bikaresat a mirovî û penaberan û hêsankirina şandina alîkariyên mirovdostane li navçeyên navbirî cih bîne. Em çavlirê ne ku welatên din li hember macerahezî û şerûtiyên terorîstî û leşkerî yên vê rejîmê, roleke girîng û bibandor di parastina ewlehiya navçeyê de bilîzin.