Rêberê Şoreşê: Rejîma Siyonîst hesabên şaş kirine
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: Serokên Rejîma Siyonîst li bara Komara Îslamiya Îranê hesabên şaş dikin ji ber ku hela ciwan û gelê Îranê nas nakin û hela hê nekarîne hêz, şiyan, xîret û vîna vî gelî bi başî fêm bikin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî îro roja yekşemiyê di hevdîtina bi hezaran kes ji malbatên hêja yên şehîdên rêya ewlehiyê, amajeyî cinayetên cengê yên herî hovane û berdewam ên rejîma kirêt û teşqele a Siyonîst li Xezze û Libnanê kir û daxwaza pêkanîna hevalbendiyeka cîhanî dijî vê rejîma qirêj kir.
Hezretê ayetullah Xamineyî amajeyî cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê ji wan şehîdkirina deh hezar zarokan û zêde ji deh hezar jinan ku mînaka cinayetên herî hovane yên cengê ne kir û xemsariya mezin a hikûmet û civakên cîhanî yên wek NY li hember karên vê rejîmê yên li Xezze û Libnanê bi tundî rexne kir û got: Şêrr qanûn û astek xwe heye û wiha nîne ku di şerran da hemî sînor werin binpêkirin lê banda cinayetkar a desthilatdar li ser Erdên Dagirkirî hemû sînor û qanûn binpê kirine.
Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî xweragiriya hikûmetan bi taybet hikûmetên îslamî li hember rejîma cinayetkar û pêkanîna hevalbendiya cîhanî ya dijî vê rejîma celad pêwîst da zanîn û got: Xweragirî tenê bi wateya birîna alîkariyên aborî nîne ji ber ku aşkera ye alîkariya bo rejîma dagirkir karekî herî kirêt û gunehekî mezin e, ya rast xweragirî tê wateya pêkanîna hevalbendiyeka cîhanî ya siyasî, aborî û eger pêwîst be leşkerî li hember rejîmeka teşqele ku cinayetên herî hovane yên cengê cih tîne.
Wî herwiha xitabî malbatên hêja yên şehîdên ewlehiyê, ev şehîdan ji şehîdên herî bijare yên rêya heq dan zanîn û amajeyî girîngiya bingehîn a ewlehiyê di hemû karên civakê û berûlayên curbicur ên jiyana xelkê kir.