May 23, 2024 20:55 Asia/Tehran
  • Meytê Ayetullah Reîsî li kêleka tirpa Îmam Reza (S) li axê hat spartin

Meytê Xadim ul-Reza (S) û Seyidê Bindestan Şehîd Ayetullah Seyid Îbrahîm Reîsî bi oxirkirina dîrokî ya gelê Îranê li welatê rojê, li Meşhed ul-Reza, bajarê Şehadetê, li Rewaqa Darusselamê ya Mezargeha Îmam Rea (S) li axê hat spartin.

Îro 23ê Gulana 2024an gelê Îranê serokkomarek li axê spartin ku jiyana wî di rêya xizmeta bo gel bi şehîdbûnê bi dawî hat û ev dîrok bo hetahetayê di bîra gelê Îranê da mayînde bû.

Wezîrên Hikûmeta Sêzdehem a Îranê, berpirsên welêt û rayedarên leşkerî hevrê digel parêzgarên parêzgehên cûrbicûr berêvara Pêncşemiyê li Sehna Azadiyê ya Mezargeha Îmam Reza (S) bi mebesta xatirxwestina ji meytê Şehîdê Komarê Ayetullah Reîsî amade bûn.

Beşdariya miliyonî û bêmînak a gelê Meşhedê di oxirkirina meytê Ayetullah Reîsî careke din nîşan da ku gelê vê navçeya welêt çawa qedrê şehîdekî digirin ku heta dawîn kêliyê temenê xwe weqfî xizmetguzariya bo gel kiribû.

 

 

Serepeyv