Îran: Êrîşên nû ser Xezeyê ji bo hikûmeta Amerîkayê riswatiyeke exlaqî ya mezin e
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hemberî çira kesk a Amerîkayê ji bo êrişên dubare yên Rejîma Siyonîst ser xelkê Filistînê li Zîvala Xezeyê, ragihand ku ev ruswatiyeke mezin a exlaqî ji bo Amerîkayê ye û rûyê rastîn ê Amerîkayê di warê mafên mirovan de nîşanî cîhanî dide.
Nasir Kananî Çafî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, wek berteka li hember êrişên nû yên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê, di peyamekê li ser Twitterê nivîsî: Nêzîkî 200 şehîd û 600 birîndar, encama 24 saetên êrîşên hovane yên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê piştî kiryara vê rejîmê ya kutakirina agirbesa 7 roj ye, êrişên ku bi çiraya kesk a Amerîkayê ji nû ve dest pê bûn da ku li cinayeta bi xof a kuştina zêdetirî 16 hezar filistînî di 48 rojan de, lîsteyeke dirêj a din a cinayetên cengê, zarokkujî û jînosayd were zêdekirin.
Duh jî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li himnerî bidawîanîna agibesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li zîvala Xezeyê nivîsî: Binpêkirina agirbesê û destpêkirina dubare ya êrişên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê çend deqeyan berî çûna Anthony Blinken, wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji erdên dagirkirîdîsa jî xelkê sivîl, zarok û jinqurbaniyên sereke yên êrîşên cinayetkarane ên leşkerên Rejîam siyonîst in.