Piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê, Siyaseta micid a Komara Îslamî ya Îranê
Serokê Komara Islamî ya Îranê amajeyî cinayetên hovane yên Rejîma dagîrker a Siyonîst li dijî gelê mezlûm ê Qezeyê kir û piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê siyaseta micida Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.
Seyd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Islamî ya Îranê di civîna taxima hikûmetê de got:
Siyaseta hovane ya Rejîma Siyonîstî ya koçberkirina bi zorê ya rûniştiyên Qezeyê ji cihê jidayîkbûna wan, ti carî pêk nayê, lê eva reftareke berovajî hemû rêzikên navneteweyî û exlaq û prensîbên mirovî ye.
Reîsî bêdengiya hin hikûmet û civakên navneteweyî li hember cinayetêndijî mirovahiyê yên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê Filistînê trexne kir û got ku kesên ku baweriya wan bi Xwedê û wijdanê mirovan heye an jî yên ku baweriya wan bi hitbar û rastiya dîrokê heye lê li hemberî van cinayetan bêdeng in, bila bizanibin ku divê îro li ber Xwedayê mezin, wijdanên şiyar û dîwana dîrokê de berpirsiyar bibin û bersivê bidin
Serokê Komara Islamî ya Îranê piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê, sîyaseta cidî ya Komara Islamî ya Îranê da zanîn û teqez kir ku hewil dide bombebarankirina navçeyên Qezeyê rawestîne û hewcetiyên nişteciyên vê navçê dabîn bikin û pêwîst e hemû welat di vî warî de bi erkên xwe rabin.