Îlon 01, 2023 09:23 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û rêberên Hamas û Cîhada Îslamî li Beyrûtê hevdîtin pêk anîn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û rêberên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) û Cîhada Îslamî ya Filistînê li Beyrûtê hevdîtin pêk anîn.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina digel berpirsên payebilind ên Hamas û Cîhada Îslamî da tekezî li ser sozdariya Tehranê di stratejiya piştevaniya ji filistîniyan, berxwedan û ramana azadkirina welatê Filistînê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê hevdîtina ne-aşkira da gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê pêwîstiya piştevaniya ji Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi bîr anîn û got ku Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya xwe ya vebirr ji Berxwedanê dê bidomîne.

Berpirsên payebilind ên Hamas û Cîhada Îslamî ya Filistînê jî di vê hevdîtinê da dilniyayî dan Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku di vê qonaxê da ew ê ji operasyona berxwedanê li Rexê Rojava paş venekişin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja Pêncşemiyê û di dewama serdana xwe ya navçeyî gihîşte balefirgeha Beyrûtê û ji aliyê rayedarên vî welatî va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja Çarşemiyê jî li Dimeşqê dgel serokkamr, serokwezîr û rayedarên Sûriyê hevdîtin pêk anîbû.

 

Serepeyv