Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Îmam Xumeynî (RE) ji pêşengên dîrokê ye
Îro rêûrisma salvegera 34an a rehleta Îmam Xumeynî (RE) bi beşdariya berfieh a gel şû mêvanên navxweyî û derveyî li tirba wî li Tehranê hat lidarxistin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê rêûrismê da Îmam Xumeynî (RE) ji pêşengên dîrokê zanî û tekez kir: Pêşeng nikarin werin wêdadayîn û xalifandin.
Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha îro di rêûrisma salvegera 34an a rehleta Îmam Xumeynî (RE) li tirba wî ya paqij û li nav koma bicoş a gel got:
Ayetullah Xamineyî her wiha got: Îmam Xumeynî (RE) sê veguherînên mezin û bêmînak di asta welêt da û asta Umeta Îslamî û asta Cîhanê da pêk anîn ku dibe ku di pêşerojê da jî mirov nekare pêşbînî bike ku dîsan serê xwe bigire.
Wî bi gotina vêya ku Îmam Xumeynî (RE) pêkhateya siyasî ya paşatiyê hilweşand û demokrasî li dewsa wê danî, got: Îmam Xumeynî (RE) pergaleke ne-îslamî ji meydanê derxist, zorbêjî veguherand azadîyê, bê-huviyetî veguherand xwebaweriyê û 'Çaverêtiya li biyaniyan' veguherand 'Em dikarin'.
Ayetullah Xamineyî bi gotina vêya ku Îmam Xumeynî (RE) di asta cîhanê da manewiyet heta li welatên ne-îslamî jî zindî kir, got: Manewiyet li cîhanê ji aliyê hin hêzxurtan va dihat binpêkirin û hereketa Îmam manewiyet li cîhanê zindî kir.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Lê ev veguherîn tûşî berteka heman hêzxurtan bûye û ev hêzxurt ji bo sekinîna li hemberî vejiyandina manewiyetê her karekî dikin.
Wî bal kişande ser meseleya Filistînê û got: Meseleya Filistînê biryar bû ku were jibîrkiirn, lê bi hereketa Îmamê rehletkirî veguherî meseleya yekem a Cîhana Îslamê û roja îro Roja Qudsê ne tenê li welatên îslamî belkî li welatên ne-îslamî jî rêz lê tê girtin.
Wî bi gotina vêya ku bereya dijmin bereya istikbar û zorbêjiya cîhanê naguhere, got: Ew li hemberî Îranê ketine rêzê.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku dijmintiya istikbarê li hemberî gelê Îranê bi paşvekişiyana di hin waran da ji nav naçe, got: Hewla herî dawî ya dijmin heta roja îro ajawegêriyên payîza derbasbûyî bû û plana ajawegêriyên payîza derbasbûyî li odeyên fikrê yên welatên rojavayî bi cih hat.