Reyîsî: Gelê Îranê dê heta azadkirina Qudsê ser armancên islamê bimîne
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Gelê mezin ê Îranê yê careka din di Roja Cîhanî ya Qudsê da bi pişkdarîya berfire ragihîne ku heta azadkirina Qudsê ser armancên islamê bimîne.
Serokê Komara Islamî ya Îranê ‘Seyîd Ibrahîm Reyîsî’ berbanga îro bi gotina vê yekê ku Imam Xumeynî (RE) meseleya Quds û Filistînê wek girîngtirîn meseleya Cîhana Islamê da zanîn û Înîya dawîn a meha bimbarek a Remezanê jî wek Roja Cîhanî ya Qudsê û roja piştgirîya ji mezlûmên Filistînê bi nav kir û pêgirî kir: Bê guman gelê mezin ê Îranê yê di roja Cîhanî ya Qudsê da ku hevgavê 23yê meha bimbarek a Remezanê ye, bi pişkdarîya pirrcoş a di merasima bi vê boneyê da ragihîne ku heta azadkirina tam a Qudsê yê bi dû armancên islamê be.
Reyîsî herwiha got: Roja îro ku pergala serdest li cîhanê bi dû berfirekirina îranfobîya, islamfobîya û şîefobîyayê ye, erka berpirs, feqî, zanyarên dînî, mamosteyên zanîngehan û pêşnimêjan e ku bi axavtina digel ciwanan û bi cihada ravekirinê, bersiva pirsên di mejîyê wan da bidin û ya rast nîşanî wan bidin.
Ji hêla din va Wezîrê Karên Derve yê Îranê ‘Hisên Emîr-Ebdullahîyan’ jî bere berê Roja Cîhanî ya Qudsê, di peyamên cida bo Sersekreterê NY û Sersekreterê Rêxistina Hevkarîya Islamî da, dilnigeranbûna xwe ya kûr derheq rewşa nika ya li Filistînê ku encama cinayetên Rejîma Sîyonîst e, dîyar kir.
Emîr- Ebdullahîyan di wan peyaman da, cinayetên Rejîma Sîyonîst ên dijî gelê Filistînê ji wan teror, kuştin, girtin û kavilkirina mal û milkê wan berovajî isûl û pîvanên mafên navnetewî û mafên merivan zanî û pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê şîdet û hovîtîya rejîma Israyîlê dijî gelê Filistînê û istandina mafên wî gelî yên zatî şermezar dike.
Roja Înîyê, 23yê meha bimbarek a Remezanê wek dawîn Înîya vê mehê Roja Cîhanî ya Qudsê ye ku li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê hatîye binavkirin.