Mijdar 25, 2022 09:11 Asia/Tehran
  •  Wezareta derve biryarnameya Konseya Mafên Mirov a NY dijî Îranê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê biryarnameya Konseya Mafên Mirov a NY ya li dijî Îranê şermezar kir û ew wek kiryareke dijî Îranê ji aliyê hinek ji welatên rojavayî zanî û tam redkirî zanî.

Konseya Mafên Mirov a NY roja Pêncşemiyê bi 25 dengên Erê, 6 dengên Na û 15 dengên Bêla biryarnameyeke dijî Îranê li ser tiştê ku Rewşa mafên mirov li Îranê hatiye zanîn, derxist.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di vê daxuyaniyê da ragihand ku Kiryara dijî Îranê ya hindek ji welatên rojavayî ya sepandina biryarnameyeke dijî Îranê li ser Konseya Mafên Mirov a NY bi tundî şermezar dike.

Ev daxuyanî dibêje, Cihê mixabiniyê ye ku Konseya Mafên Mirov a NY ji bo dabînkirina berjwendiyên demkurt ên hejmareke hindik a welatan careke din neçê hatiye bikaranîn.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di beşeke vê daxuyaniyê da tekez kir, Bêguman kiryara rejîma Almanyayê û sebebkarên din ên civîna taybet a Konseya Mafên Mirov a NY şaşitiyeke dîrokî û pêkhatî ji armancên siyasî yên çendalî bûye.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha tekez kir: Biryarnameya ku li Jenevê li dijî Îranê hat pesendkirin, encama rastearst a bikaranîna zanyariyên nedurist ji bo pêşdabirina armancên dijî Îranê yên çend welatên rojavayî di civatên navneteweyî ye.

 

Serepeyv