Emîr-Ebdullahiyan: Ajawegêrî û jinavbirina heyîtiyên gelemperî li ti cihekî cîhanê nayê tehemilkirin
Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî boykotên Yekîtiya Ewropayê li dijî Îranê, tekez kir: Ajawegêrî û jinavbirina mal û heyîtiyên gelemperî li ti cihekî cîhanê nayê tehemilkirin û Îran jî derveyî vê qayîdeyê nîne.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan êvara Duşemiyê di twitterê da nivîsî: Yekîtiya Ewropayê roja Duşemiyê bi şaşitiyeke hesabê û bi kiryareke neavaker ku li gorî girseyeke zzanyariyên xelet bû, dîsan berê xwe amûrê bêbandor yanî sepandina boykotan li dijî îraniyan.
Konseya wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê roja Duşemiyê 11 kes û çar saziyên îranî ji wan polîsê ewlehiya exlaqî, Hêza Întizamî ya Îranê û hejmareke rêveberên wê bi behaneya meseleyên mafên mirov boykot kirin.
Beriya vêya Husên Emîr-Ebdullahiyan di têkiliya xwe ya telefonî digel Joseph Borrel, Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewrpayê da gotibû: Komara Îslamî ya Îranê xwedan piştevaniya gelanî ya bihêz û demokrasiya kêrhatî ye. Ev der cihê darbeyên rengîn nîne, berovajî, lengergeha aramî û ewlehiya mayînde ya navçeyê ye.