Îlon 29, 2022 20:10 Asia/Tehran
  • Destpêbûna Nîşangeha 16an a Pîşeya Avahîsazîyê li Ûrmîyê

Nîşangeha 16an a Pîşeya Avahîsazîyê bi pişikdarîya şirketên navxweyî û derveyî li Ûrmîyê navenda parêzgeha Azerbaycana Rojava destpê bû.

100 şirketên navxweyî û bîyanî berhemên her nû yên xwe di pişkên derî, pencer, kaşî û keviran û emrazên din ên avahîsazîyê li Nîşangeha 16an a Pîşeya Avahîsazîyê li Ûrmîyê ray didin.

Şirketên navdar ji parêzgehên Têhran, Isfehan, Xorasana Rezewî, Hemedan, Mazenderan, Xûzistan û Azerbaycana Rojava û Azerbaycana Rojhilat di vê nîşangehê da pişikdar in.

Nîşangeha 16an a Pîşeya Avahîsazîyê yê heta 2 rojên din li cihê dayimî yê Nîşangeha Navnetewî ya Ûrmîyê vekirî be.