Tîrmeh 28, 2025 22:42 Asia/Tehran
  • 2 rojan tazîdariya giştî li dû candayîna sê çalakên warê hawîrdorê li parêzgeha Kurdistanê hat ragihandin

Parêzgarê parêzgeha Kurdistanê li Îranê, di peyamekê bi minasibeta candayîna sê çalakên warê hawîrdorê li parêzgeha Kurdistanê de, du rojan tazîdariya giştî ragihand.

Areş Zirêhten Lehûnî, îro li dû candayîna sê çalakvanên warê hawîrdorê ser navê Hemîd Miradî, Çiyako Yûsifînejad û Xebat Emînî ku dema wemirandina agirê çiyayê Abîderê de, canê xwe ji dest dan, du rojan tazîdariya giştî ragihand û di peyamekê de sersaxî da malbatên van ezîzan û gişt xelkê vê parêzgehê.

Şîna Ensarî, Seroka Saziya Hawîrdorê ya Îranê jî ji ber candayîna sê çalakvanên hawîrdorê yên parêzgeha Kurdistanê dema wemirandina agirê li navçeya Abîder a Sinê, sersaxî da.

Alîkara serokomarê Îranê di peyamekî de nivîsî, ev bûyera diltezîn careka din nîşan da ku berevanên xwezayê bi evîn û fîdakariyê li bereyên pêşîn ên parastina ji sermiyanên neteweyî û çavkaniyên xwezayî yên welêt rawestane û canê xwe yê şîrîn di vê doza pîroz de feda dikin.

Serepeyv