Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Gelê Filistînê tevî ku mezlûm e bi hêz e
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî gelê Filistînê tevî ku mezlûm û bindest e bi hêz û xurt da zanîn û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana ciwanên filistînî ku nahêlin doza Filistînê were jibîrkirin û got: Roja Qudsê firsendeke baş e ji bo derbirîna hevxemiyê û hevgirtinê bi gelê Filistînê yê bindest û mezlûm û bi vî awayî morala wan xurt bikin.
Li gorî binkeya ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêbertiya Înqilabê; Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî êvariya roja sêşemiyê li hevdîtina bi sedan xwendekar û endamên rêxistinên xwendekarî, bal kişande ser nêzîkbûna roja cîhanî ya Qudsê û roja Qudsê ya îsal ji salên berê cuda nirxand û got: Gelê Filistînê û Ciwanên wê fedakariyên mezin dikin û Rejîma Siyonîst jî fuhûşî û rezîltiya xwe li hemberê wan gihandiye asta herî jorîn û her xeletiya ku ji destê wê tê dike û Amerîka û Ewropa jî piştgiriya wê dikin.
Rêberê Inqilabê bi tundî rexne li kiryarên dewletên îslamî yên li ser meseleya Filistînê girt û destnîşan kir: "Mixabin dewletên îslamî pir xerab tevdigerin û heta naxwazin li ser mesela Filistînê jî biaxivin û hinek ji wan jî wisa difikirin ku rêya alîkariya Filistînê ew e ku bi siyonîstan re têkiliyan deynin, di rastiyê de eva şaşitiyeke mezin e."
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî amaje bi xeletiya mezin a dewleta Misrê ya di çil salên derbasbûyî û danîna peywendiyên bi siyonîstan re kir û got: Gelo peywendiya Misrê bi Rêjîma Siyonîst re, cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filistînê kêm kir û bê hurmetiya vê rejîmê derheq Mizgefta Eqsayê jî kêm kir ku niha hin dewletên Îslamî dixwazin heman xeletiya Enwer Sedat dubare bikin?
Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser wê yekê ku damezrandina peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re jî tu fêdeyê nade wê û got: Em hêvîdar in ku bi îzna Xwedê teala dawiya kar li Filistînê bi xêr û xweşî bibe û serweriya filistîniyan li ser axa wan û li ser Mescîda Eqsayê wê di demeke nêz de pêk were."
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî "vegera li Îslama pak û nepejirandina paşverûtiyê" û "pirsgirêka Filistînê" ji parametr û taybetmendiyên inqilaba islamî nirxand û got: Dûrxistina ji nasnameya xwe û dûrxistina ji îdealan du xemên sereke ne ku divê em derheqa wan tiştan hişyar bibin; lê kî ji bo dûrxistina ji nasnameyê û îdealan û dûrxistina mirov ji serxwebûnê dixebite Û heta çi radeyê di vê rêkê de bi ser ketine yan na? eva erkê akademîsyen û pisporan e.
Hezretê ayetulah Xamineyî, girîngiya van nîgeraniyan ji demên borî zêdetir nîşan da û got: “Îro cîhan li ber nîzameke nû ya navneteweyî ye, ku piştî serdema dubendî û teoriya yekpolariya nîzama cîhanê pêk tê, helbet divê were gotinê ku di vê heyamê de Amerîkayê roj bi roj lawaztir dibe.
Rêberê Inqilabê her wiha got: "Pêwîst e mijarên şerê vê dawiyê yê Ukraynayê kûrtir û di çarçoveya pêkhatina nîzameke nû ya cîhanê de were dîtin, ku belkî dê prosesên aloz û dijwar li pey wê bên ku di rewşeke wiha nû û aloz de, erkê hemû welatan û di serî de yê Komara Îslamî, amadebûna hişkamûrî û nermamûrî di vê nîzama nû de ye ji bo dabînkirina berjewendî û ewlehiya welatê xwe û neçûna ber bi hêşiyê û jibîrbûnê ye.
Hezretê ayetulah Xamineyî pêgirî kir: Xwendevan û akademîsyen di warê cîbicîkirina karekî wiha mezin de berpirsyariya herî mezin hene û lewra xema derheq zanîngehan niha daha zêde bûye.