Emîr-Ebdullahiyan diçe Hindistanê
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Hindistanê got: Wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta beşdarbûna li Komisyona Hevbeş a Aborî ya Hindistanê û Îranê, di dawiya vê mehê (Mijdarê) de biçe Delhiya Nû.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars News`ê, "Elî Çêginî" Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Hindistanê got: Serdana Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê bo Hindistanê mizgîniya serdemeke nû ji bo her du welatan dide.
Çêginî her wiha got, Îranê ti sînor, qedexe û astengî li pêşiya pêşxistina peywendiyan ligel Hindistanê tine.
Balyozê Îranê li Hindistanê li bara projeya bendera Çabeharê li Îranê jî got: Her çend ku Hindistan projeya bendera Çabeharê wek "dergeheke zêrîn" ji bo Efxanistan, Asiya Navîn û Rojhilatê Ewropayê dihesibîne, lê têra xwe ji bo pêşxistina projeya avakirina vê benderê "çalakî" nekiriye.
Çêginî, da zanîn ku Chabahar li ser kaxezê nekeve ber boykot û mueyîdeyên derqanûnî yên Amerîkayê û di dewamê de got: "Hê jî ji aliyê Hîndîstanê ve tirs heye û dibe ku ji aliyên sêyemîn jî ji bo veberhênan û xebata li Çabaharê tirsek hebe."