Adar 20, 2021 14:57 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê 300 Kaneks pêşkêşî xelkê ziyandîtî ji ber erdheja Sîsextê kir

300 dezgehên Kaneksê ku ji hêla Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ve hatine pêşkêşkirin dê îro li devera erdhejgirtî ya Sîsexta parêzgehên Kohkiluyeh û Boyer-Ehmed a Îranê werin belav kirin û danîna wan were despêkirin.

LI gor IRIB Newsê, 300 dezgehên Kaneksê yên ku rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî pêşkêşkirine duh berêvarê gihêştin devera Sîsextê û îro parvekirina wan ji bo hewcemendan  û danîna wan li cihê xwe de despê kir.

Li ser fermana Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, ji bo Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî re ku sedana deverên erdhejgirtî kir, soz hat dayîn ku 300 kaneks ji bo penageha demkî ya mexdûrên erdhejê bişîne.

Serdar "Hemîd Xoremdil", fermandarê Hêza Fetih li Parêzgehên Kohgiluye û Boyêr-Ehmedê, nirxa diravî ya her Kaneksekê 100 mîlyon Tûmen ragihand û got: Dîzayn û hilberîna van baregehan ji hêla endezyarên Sipahê Pasdaran li hundurê welêt ve hatiye kirin.

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî serleşkerê pasdar Husên Selamî ku roja pêncşemê ji bo serdana deverên erdhej lê qewmî çûbû bajarê Sîsextê li parêzgeha Kohkoliye û Bûyrehmedê got ku rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî fermana taybetî daye ji bi alîkarîkirin bo xelkê vî bajarî û avakirina deverên wêranbûyî. 

Erdhejek bi pileya 5.6 Richteran, saetr 22:55:34 di roja 17ê Sibata 2021-an bajarê "Sîsextê" navenda şeristana Dena a parêzgeha Kohkoliye û Bûyrehmedê hejand.

Nifûsa Sîsextê 7 hezar kes e, ev bajara ketiye 35 Km-iya rojavayê Yasûcê navenda parêzgeha Kohkoliye û Bûyrehmedê.    

Li gorî raporên despêkê 78 gundên çaristana Dena j ber erdhejê xisarên giran dîtine û hin malên xelkê ji sedî sed wêran bûne û kes nikare tê de bijî. Şukra Xwedê ti ziyaneke vê erdhejê tinebû.

Serepeyv