Adar 18, 2021 21:25 Asia/Tehran
  • Fermana taybet a Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî jibo alîkarîkirina deverên zirardîtî ji ber erdhejê yên bajarê

Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li serdana bo deverên zirardîtî ji ber erdhejê li bajarê Sîsextê diyar kir ku rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî fermana taybetî daye ji bi alîkarîkirin bo xelkê vî bajarî.

Li gor IRIB Newsê, Fermandeyê giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî serleşkerê pasdar Husên Selamî ku ji bo serdana deverên erdhej lê qewmî çûye bajarê Sîsextê li parêzgeha Kohkoliye û Bûyrehmedê got ku rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî fermana taybetî daye ji bi alîkarîkirin bo xelkê vî bajarî û avakirina deverên wêranbûyî. 

Serleşker Selamî Armanca sereke ya sefera wî bo vê parêzgehê dîtina rewşa navçê û nirxandina zirar û ziyanên ji ber erdhejê yên bajarê Sîsextê ye û got: "Em bi gel re ne bi pêşkêşkirina rêzek arîkar ku dikare mercên jiyanê ji xelkê bin bandora erdhejê re hinekî hêsantir bike."

Erdhejek bi pileya 5.6 Richteran, saetr 22:55:34 di roja 17ê Sibata 2021-an bajarê "Sîsextê" navenda şeristana Dena a parêzgeha Kohkoliye û Bûyrehmedê hejand.

Nifûsa Sîsextê 7 hezar kes e, ev bajara ketiye 35 Km-iya rojavayê Yasûcê navenda parêzgeha Kohkoliye û Bûyrehmedê.    

Li gorî raporên despêkê 78 gundên çaristana Dena j ber erdhejê xisarên giran dîtine û hin malên xelkê ji sedî sed wêran bûne û kes nikare tê de bijî. Şukra Xwedê ti ziyaneke vê erdhejê tinebû.

Serepeyv