Komîsiyona teknîkî ya hevpar a Îranê û Komara Azerbaycanê civiya
Kanûn 15, 2020 10:11 Asia/Tehran
Civîna Komîsiyona teknîkî ya hevpar a Îranê û Komara Azerbaycanê derbarê şêwaza hevkarî û behrewergirtin ji bendava Xoda Aferîn û Qîz Qelesiyê û Hêzgeha elektrîk-avî ya Ordubad û Marazadê li Nexcewanê destpê bû.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Serkonsûlê Îranê li Nexcewanê, Di civîna Komîsiyona teknîkî ya hevpar a Îranê û Komara Azerbaycanê da, du aliyan derbarê şêwaza dewama hevkariyê gotûbêj kirin.
Ev civîn ku ji roja Duşemiyê va destpê bû, dê bi qasî sê dewreya were domandin.
Lihevkirinameya çêkirina û behrewergirtin ji bendavên Xoda Aferîn û Qîz Qelesiyê li ser çemê Arazê roja 13ê Sibata 2016an navbera Îranê û Komara Azerbaycanê li Têhranê hat wajokirin.