Textê-Rewançî: 3 giravên îranî yên di Kendava Farsê yên Îranê ne û heya ebed jî wisa ye
Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) cardin li ser beşdariya Îranê di berfirekirina ewlehiyê li navçê de pêgirî kir û got:3 giravên Ebû Mûsa, Tunba mezin û Tunba biçûk yên Îranê ne û heya ebed jî wisa ye.
Li gorî IRNA, Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Mecîd Textê-Rewançî duh li rûniştina mecazî ya Konseya Ewlehiya NY bertek nîşanî boxtanên çend welatên navçê da û got: Komara Îslamî ya Îranê bê şik roleke girîng li dabînkirina ewlehiya enerjî, tranzît û transporta bazarganî û îstiqrara devera Kendava Farsê heye ku kes nikare wê înkar bike û her nika jî ji bo pêşvexistina aştî û ewlehiyê li vê navça hestyar dixebite.
Textê-Rewançî herwiha ji welatan navçê xwest ku werin pirsgirkan ji riya gotûbêja çareser bikin û got: Mesela sereke û yekem a welatên navçê divê çêkirina baweriyê nav xwe bibe û divê ku ew hakimiyet û yekperçetiya axa hevdu berçav bigirin û li karûbarên hevdu mudaxile nekin û ji bo çêkirina devereke ewleh û bi îstiqrar divê ku ew bi hev re kar bikin.
Nûnerê Îranê li NY herwiha desnîşan kir ku divê ewlehî ji hundirîn were der ne ku ji welatên derve were xwest vî karî ji wan re bikin. Wî got bila welatên rojavayê Asyayê bizanin hûn ku salê bi milyardan dolar xercê kirîna çek û sîlahan dikin eva ji we re ne ewlehiyê tîne ner rewatiyê.
Textê-Rewançî bal kişand ser bernama mûşekî ya Îranê jî û got: Ji bo pêdiya berevaniyê ya Îranê bernama mûşekî di hesab û nirxandinên Jeostartejîk û deskevtên dîrokî de tê wate kirin û dîtin.
Nûnerê Îranê li NY di axivtina xwe bal kişande ser şerê Sedam li dijî Îranê û got: Sedam bi alîkariya welatên rojava û çekên wan bajar û gundên me bombebaran kirin û çeka kîmyawî li dijî me û gelê xwe bikar anîn û bi hezaran kes qir kirin .
Textê-Rewançî derbarê îdiaya derbarê 3 giravên Ebû Mûsa, Tunba mezin û Tunba biçûk got: Ev sê girav ên Îranê ne û heya ebed jî îranî bimînin.