Komçîroka Qiçikmaloke hat çapkirin u weşandin
Komçîroka Qiçikmaloke ser bingeha evîna derheq zimanê dê û bi ilhamwergirtina ji yek ji peyvên zarokane yên herîmayinde yên kurdîya Xorasanê ango Qiçikmaloke wek bersivek himber pêwîstîya berhmanîna berhemên nivîskî û zimanmêhwer ji bo zarok u nûgîhayan hatîye berhevkirin.
Pirtûka Komçîroka Qiçikmaloke çîrong u destanên folk ên herêmê u yên cîhanê, li rex hin çîrokên bi atmosfera îroyîn digire ber xwe ku gişk an bi zimanê kurdî ji nû ve hatine raçandin an wergerandin ta ku bibin pirek di navbera nivşan, bîrewerî, nasname, peyv u xeyalan da.
Nîgar u wêneyên pirtûkê zarokan ji bo nîgarkeşîyê u beşdarbûna dahênerane han didin; ew idî tenê ne bîser in belku dibin afirîner. Eva taybetmendîya Qiçikmaloke`yê ye. Çîrokên wê him ji bo zarokan xweş in u him jî ji bo mezinên evîndarê zimîn u koka xwe ne.
Pirtûka Komçîroka Qiçikmaloke ji hêla Berat Qewîendam hevkarê me yê hêja va hatîye berhevkirin, wergerandin u amadekirin u ji hêla Weşanxana Bîjen Yûrdê va li Xorasana Bakur hatîye weşandin.