Pêşbirkên Guleştê li Êrîwanê; Tîma Îranê 14 mîdal bi dest xistin
Tebax 27, 2026 17:54 Asia/Tehran
Tîma Guleşta Azad a Îranê 14 mîdal di Pêşbirkên navdewletî yên Kûpa Haroyan a Ermenistanê da bi dest xsitin.
Pêşbirkên Navdewletî yên Guleşta Azad ên Kûpa Haroyan duh u pêr li şarê Êrîwan paytexta Ermenistanê hatin lidarxistin.
Tîma Guleşta Azad a Îranê jî bi 16 guleşkiran di van pêşbirkana da beşdar bû u karî 4 mîdalên zêr, zîvek u 9 tûncan bi dest bixe.