Îlon 25, 2025 13:57 Asia/Tehran
  • Fîlma 'Kevir û tirî' li Festîvala Fîlma Rêwîtîyê ya Spanyayê hat wergitin

Fîlma 'Kevir û tirî' berhema Elî Şah-Mihemedî li Festîvala Navneteweyî ya Fîlma Rêwîtîyê ya Spanyayê hat wergirtin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Fîlma çîrokî ya 'Kevir û tirî' ku çardehemîn fîlma Elî Şah-Mihemedî wek derhêner û berhema hevpar a Zîgorat Fîlm û DOCNOMADS'ê ye dê di rojên 26 heta 28ê Îlona 2025an li Sînemaya Cîronaya (Cineme Girona) Barselonê û di çarçoveya Festîvala Navneteweyî ya Fîlma Rêwîtîyê were nîşandan.

Ev fîlm der bareyê jinek bi navê Êlên Mek-Kartî ye ku piştî derketina ji Amerîkayê di destpêka xortanîyê da, piştî bi salan rêwîtî û geşt û gerrê li welatên ewropî û asyayî, di deheya şêstî ya jiyana xwe da hêwirî û aramî li gundekî biçûk ê bi navê Mînîyo li Portegalê dîtiye û hevrê digel Lûîş, mêrekî xwecihî li wê navçeyê li mala ku bi destê xwe çê kirine, dijî.

Çêker û derhênerê vê fîlmê Elî Şah-Mihemedî ye.

 

Serepeyv