Tomarkirina hunera xemilkarîya bi neynûkê ya Îranê wek hunera cîhanî
Kanûn 11, 2025 16:36 Asia/Tehran
Hunera xemilkarîya bi neynûkê di avahîsazîya Îranê da wek mîrasa 27an a neşênber a welêt li asta cîhanê hat tomarkirin.
Ev hunera di civîna bîstan a Lêjneya Navdewletî ya Mîrasa Neşênber a UNESCO da li Dehlîya Nû hat tomarkirin û bi vî awayî cîgeha Îranê di nav 10 welatên sereke yên mîrasa çandî ya cîhanî da zêdetir xurt u misoger kir. Îran bi 29 mîrasên şênber u 27 mîrasên neşênber yek ji girîngtirîn parêzerên bîra dîrokî û çandî ya cîhanê tê hesêb. Hunera xemilkarîya bi neynûkê ya Îranî hunereke kokvedayî li avahîsazîya kevneşop a Îranê ye, hunera ku bi wê ban, gumbêz, dîwar, istûn û rewaq bi neynûkê tên xemilandin.