Holend- Nîşangeha wêne û grevê ji bo şermezarkirina jînosayda li Xezzeyê
Îlon 12, 2025 22:40 Asia/Tehran
Di dewama pêngavên cîhanî ji bo piştgirîya ji Xezzeyê da, komeke çalakên aştîyê kombûneke berfire li rawestgeha navendî ya paytexta Holendê li dar xistin.
Li paytexta Holendê nîşangeheke wêne û dîmennên qirrkirin, bombebarankirin û êrişên ser sivîlan ku artêşa Rejîma SÎyonîst a dagirker li Zîvala Xezzeyê pêk anîne, hat lidarxistin û di vê nîşangehê da herwiha wêneyên birsîragirtina filistînîyan hatin raydan.
Bilî vê nîşangehê, nerazîbûneke berfire li Amesterdamê ji bo şermezarkirina cinayetên Rejîma Sîyonîst ên li Zîvala Xezzeyê hat lidarxistin û beşdarên wê xwestin ku şer û dorpêçkirina neqanûnî li vê navçeyê werin bidawîhanîn û ji dewletê xwestin ku pêngavên kivş yên fenanî qutkirina peywendîyan tev vê rejîmê rakin.