Îran xwedîyê navendên herî baş ên dermankirina eremikbûnê li asta cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i348956-Îran_xwedîyê_navendên_herî_baş_ên_dermankirina_eremikbûnê_li_asta_cîhanê
Serokê Navenda Lêkolînên Tenduristîya Mêran a Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Şehîd Bêhêştî`yê got: Îranê navendên herî baş ên dermankirina eremikbûnê li asta cîhanê hene û nexweşên bîyanî ji ber pizişkên zef-zana û alavên pizişkî yên biroj û pêşketî tên Îranê.
(last modified 2024-11-10T10:57:14+00:00 )
Hezîran 23, 2024 18:23 Asia/Tehran
  • Îran xwedîyê navendên herî baş ên dermankirina eremikbûnê li asta cîhanê

Serokê Navenda Lêkolînên Tenduristîya Mêran a Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Şehîd Bêhêştî`yê got: Îranê navendên herî baş ên dermankirina eremikbûnê li asta cîhanê hene û nexweşên bîyanî ji ber pizişkên zef-zana û alavên pizişkî yên biroj û pêşketî tên Îranê.

Emîr-Riza Abêdî Serokê Navenda Lêkolînên Tenduristîya Mêran a Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Şehîd Bêhêştî`yê got: Navenda Dermankirina Eremikbûnê ya Rûyanê yek ji 10 navendên herî baş li asta cîhanê di warê dermankirina eremikbûnê da ye û gellek karên têkildarî dermankirina eremikbûn li vê navendê tên kirin.Emîr- Riza Abêdî herwiha got: Ji ber pêngavên zef-pêşketî, pizişkên gellek zane yên îranî û xercê guncav gellek jin û mêr ji welatên ereb ên mînanî Iraq, Imarat û herwiha Tirkîye û Komara Azerbaycanê û heta ji welatên ewrûpî ji bo dermankirina eremikbûnê werin Îranê.