Îran di rêza sêyem a wergirtina medalên lîstikên welatên Îslamî de ye
Tebax 18, 2022 19:30 Asia/Tehran
Di roja sêzdehemîn a lîstikên welatên îslamî de, Îran piştî Tirkiye û Uzbekistanê di pileya sêyem a tabloya medalan de ye.
Pêncemîn dewra lîstikên hevgirtinê yên welatên îslamî ji 5ê Tebaxê li bajarê Konya yê Tirkiyê dest pê kir û heta 18ê Tebaxê berdewam kir.
Karwanê Îranê bi zêdeyî 240 werzişkaran di 16 kûrsên werzişê de li van pêşbirkan beşdar bû.
Di dawiya sêzdehemîn roja lîstikên welatên îslamî de, Îran bi 38 medalên zêr, 41 zîv û 48 medalên tûncê di pileya sêyem de ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Tirkiye bi 127 medalên zêr, 97 medalên zîv û 79 medalên tûncê di serê tabloyê de cih digire û Uzbekistan jî bi 46 medalên zêr, 38 medalên zîv û 56 medalên tûnc di rêza duyem de ye.