Şandina 6 tîm ji werzişên topê yên Îranê bo lîstikên welatên îslamî
Hezîran 14, 2022 12:20 Asia/Tehran
6 tîmên werzîşên gogê yên Îranê ji bo beşdariya li lîstikên welatên îslamî li Tirkiyê destûr wergirtin.
Lîstikên welatên Îslamî wê di meha Tebaxa îsal de li bajarê Qonya yê Tirkiyê bên lidarxistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, li gorî ragihandina navenda pêncemîn dewra lîstikên Hevgirtina Îslamî li Qonyayê ya sala 2021`an, welatên ku mafê beşdariya di warên hendbol, basketbola sê kesî, voleybol û futbolê bi dest xistine, hatine naskirin.
Li gorî vê yekê, tîmên neteweyî yên Îranê li beşa mêran a futbol, hendbol, voleybol û basketbola sê alî di van pêşbirkan de beşdar in û li beşa jinan jî di warên sêalî û basketbolê de dê bi hevrikên xwe re hevrikiyê bikin.
Dê di 3ê tîrmehê de lotoya sporê ya tîmê pêk were.