Li Helebê dibistanek karate bo zarokên kêmendam hat vekirin
Li bajarê Helebê, rahênerê karate Wesîm Sitût dibistaneke karate ji zarokên astengdar re vekiriye, ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyê û bombeyan lingên xwe jidest dane, herwiha ev zarokên astengdar têkelî zarokên asayî kirine, daku wan vegerîne jiyana asayî.
Wesîm Sitût, rahênerê karate, dibêje, Jiber ku ez rahênerê karate me, min dest bi dîtina zarokên astengdar kir. Lewra me dest bi amadekirina dibistanekê li Helebê kir daku zarokên astengdar lixwe vehewîne. Me li nav vê dibistanê rahênana karate tevlî alîkariya derûnî jî kir, herwiha me zarokên astengdar û yên asayî tevlî hevdû kirin, tevî ku hinekan ev nerîna me red kirin, ku dê bandorê li herdû aliyan bike. Bi rastî zarokên asayî jiber şer zêde tund bûne.”
Wê dibistanê bi zêdetirî 100 zarokan destpê kir, Li nav vê dibistana karate zarokên astengdar ji Helebê, Şamê û Himsê hene.