-
Mezlûm Ebdî ji ber wefata mîrê Kuweytê, sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest
Îlon 30, 2020 16:26Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi peyamekê sersaxî da tevahî gelê Kuweytê ji ber wefata emîrê dewleta Kuweytê Sebah El-Sebah kir.
-
SOHR: "Dewleta Tirkiyê 850 çeteyên Sûriyê şandine Komara Azerbeycanê"
Îlon 30, 2020 19:53Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Dewleta Tirkiyê 850 çeteyên Sûrî şandine Komara Azerbeycanê, di şer de 3 çete jî hatine kuştin.
-
Îdiaya medyayên Tirkiyê: 300 şervanên YPG'ê bo Ermenistanê hatine şandin
Îlon 30, 2020 14:40Medyayên Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên vî welatî îdia kirin ku 300 hêzên leşkerî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo navçeya Qerebaxê hatine şandin da ku tevlî şerê Ermenistanêû Komara Azerbaycanê bibin.
-
Karwanekî çekên amerîkî bo Hesekeyê hat rêkirin
Îlon 30, 2020 14:26Artêşa Amerîkayê karwanekî çek û erebeyên zirêhî şande navçeya Hesekeyê li Kurdistana Sûriyê.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi koronayê mirin
Îlon 30, 2020 13:42Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji ber nexweşiya koronayê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 121 kesên din jî bi koronayê ketin.
-
Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê şandina hêzan bo Komara Azerbaycanê piştrast kir
Îlon 30, 2020 05:59Fermandarekî koma bi navê Artêşa Azad a Sûriyê ya ser bi Tirkiyê, şandina hêzan bo Komara Azerbaycanê piştrast kir.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Îlon 29, 2020 10:19Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û bi vî rengî hejmara giştî ya nexweşan bû yek hezar û 497 kesan.
-
Salih Muslim: "Dewleta Tirkiyê nikare serkeftina Kobanê daqurtîne"
Îlon 28, 2020 14:13Salih Muslim destnîşan kir ku ev êrişên Dewleta Tirkiyê dê şerê navxweyî bi xwe re bîne ku di vî şerî de Kurd hedef in û wiha dewam kir: “Dewleta Tirkiyê nikare sekeftina Kobanê daqurtîne. Dibe ku Dewleta Tirkiyê dîsa xwînê birijîne, qirkirinê li ser gelê Kurd bide meşandin lê ev dê Dewleta Tirkiyê jî hilweşîne.”
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 48 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Îlon 28, 2020 14:10Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku di 24 saetên dawîn de ji ber pandemiya Koronayê nexweşekî din li herêmê jiyana xwe ji dest daye û 48 kesên din bi koronayê ketine.
-
Girê Sipî yê dagîrbûyî: Leşkerên Tirkiyê li ser sînor sivîlek qetil kir
Îlon 28, 2020 04:50Leşkerên Artêşa Tirkiyê ên li ser sînorê Girê Spî ciwanek qetil kir.