Girê Sipî yê dagîrbûyî: Leşkerên Tirkiyê li ser sînor sivîlek qetil kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319913-girê_sipî_yê_dagîrbûyî_leşkerên_tirkiyê_li_ser_sînor_sivîlek_qetil_kir
Leşkerên Artêşa Tirkiyê ên li ser sînorê Girê Spî ciwanek qetil kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 28, 2020 04:50 Asia/Tehran
  • Girê Sipî yê dagîrbûyî: Leşkerên Tirkiyê li ser sînor sivîlek qetil kir

Leşkerên Artêşa Tirkiyê ên li ser sînorê Girê Spî ciwanek qetil kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyan, destnîşan kirin ku ciwanê bi navê Mihemed Remedan Şerîf Hoş ji gundê Bû Omer ê rojhilatê Dêrazorê ye, cenazeyê wê duh li gundê Nistel ê Girê Spî hate dîtin û rakirin nexweşxaneyên Girê Spî.

Xizmekî ciwanî hatî qetilkirin diyar kir ku Mihemed bi mebesta kar hewl da derbasî Tirkiyê bibe.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta niha 453 sivîl, di nav de 80 zarok û 44 jin ji aliyê jendermayên Tirkiyê ve hatin qetilkirin.