Karwanekî çekên amerîkî bo Hesekeyê hat rêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319982-karwanekî_çekên_amerîkî_bo_hesekeyê_hat_rêkirin
Artêşa Amerîkayê karwanekî çek û erebeyên zirêhî şande navçeya Hesekeyê li Kurdistana Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2020 14:26 Asia/Tehran
  • Karwanekî çekên amerîkî bo Hesekeyê hat rêkirin

Artêşa Amerîkayê karwanekî çek û erebeyên zirêhî şande navçeya Hesekeyê li Kurdistana Sûriyê.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Bas Newsê, Hevddem digel zêdebûna tevgerên leşkerî-lojistîkî yên artêşa Rûsiyê li navçeya Qamişloyê, hêzên amerîkî jî li Rojhilata Firatê tevgerên xwe yên leşkerî zêde kirine û bi vê armancê karwanekî leşkerî yê pêkhatî ji 40 kamiyonên zirêhî yên pêkhatî ji muhimat û erebeyên zirêhî yên Artêşa Amerîkayê derbasî Kurdistana Sûriyê bûye û ber bi Hesekeyê va bi rê ketiye.

Li gorî lêzanînên bidestketî, ev karwan ji derbasgeha sînorî ya El-Welîdê li bakurê Iraqê derbasî Kurdistana Sûriyê bûye û ber bi baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hesekeyê va bi rê ketiye.

Hêjayî gotinê ye ku beriya vêya jî artêşa Rûsiyê hin çek û amûrên leşkerî şandine balefirgeha Qamişloyê ku aniha wek baregeha artêşa Rûsiyê tê bikaranîn.