-
Çeteyên koma Sultan Murad li Efrînê jineke Ereb qetil kir
Kanûn 27, 2020 09:51Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên koma bi navê Sultan Murad beriya çend hefteyan jineke ji eşîra Umêrat a Ereb revand û piştre ew qetil kir.
-
Komên ser bi Tirkiyê êrîşî ser gundekî Hesekeyê kirin
Kanûn 27, 2020 04:30Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê gundê Tewîleyê li rojavayê Til Temirê li derdora parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyê dane ber roketan.
-
Dewleta Tirkiyê gundên Eyn Îsa bombebaran dikin
Kanûn 26, 2020 09:48Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi çekên giran êrîş bire ser du gundên rojhilatê Eyn Îsayê, Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da.
-
Li Eyn Îsa di navbera HSD û grûpên çekdar de şerekî dijwar derket
Kanûn 26, 2020 09:37Li derdora Eyn Îsa şer di navbera şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket.
-
Şandeya belçîkî bi rayedarên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê re hevdîtinek pêk anî
Kanûn 25, 2020 07:35Berpirsekî Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê got ku hevdîtina bi hikumeta belçîkî re di çarçoveya rêzeserdanên hikumetên Ewropa ji herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê de pêk hatiye. Serdan bi armanca naskirina rewşa herêmê çêdibin.
-
Kildaniyên Dêrikê rojbûna Hezretî Îsa pîroz kir
Kanûn 25, 2020 07:34Dêra Marcircis a Kildaniyan bi boneya Rojbûna Hezretî Îsa û bi tevlêbûna bi dehan jin û mêran şahiyek li dar xist û tê de rê û resmên taybet bi rojbûna Mesîh gotin.
-
Şer û berxwedan li gundên Eyn Îsayê didome
Kanûn 24, 2020 19:12Artêşa Tirkiyê û şeteyên wê bajarokê Eyn Îsayê ya parêzgeha Reqaya Sûriyê û gundên wê bombebaran û topbaran dikin. Fermandarak li Eyn Îsayê got, “Emê bersivê bidin êrîşan, em nahêlin ku dijmin têkeve axa me.”
-
Artêşa Tirkiyê bombeyan li bejahiya Eyn Îsayê dibarîne
Kanûn 24, 2020 12:12Artêşa Tirkiyê tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên El Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê Eyn Îsayê dibarînin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
Kanûn 23, 2020 13:30Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.
-
Li Dêrazorê 515 sobe li dibistanan hatin belavkirin
Kanûn 23, 2020 06:36Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 515 sobe ji bo dibistanên gundên li rojhilatê Dêrazorê pêşkêş kirin.