Dewleta Tirkiyê gundên Eyn Îsa bombebaran dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322612-dewleta_tirkiyê_gundên_eyn_Îsa_bombebaran_dikin
Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi çekên giran êrîş bire ser du gundên rojhilatê Eyn Îsayê, Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2020 09:48 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê gundên Eyn Îsa bombebaran dikin

Dewleta Tirkiyê ya dagirker bi çekên giran êrîş bire ser du gundên rojhilatê Eyn Îsayê, Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da.

Li gorî agahiyên hatin girtin dewleta Tirkiyê li gorî saeta herêmî saet 20:00’ê bi çekên giran êrîşî gundên Mişrefê û Cehbelê kirin.

Şervanên QSD’ê bersiv da û şer qewimî.

Heman gund bi rojan in tên bombekirin. Dewleta Tirkiyê bi taybet di hefteyên dawî de êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa zêdetir kirine. Ji ber êrîşên rojane tên kirin şer rû didin.