Li Dêrazorê 515 sobe li dibistanan hatin belavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322519-li_dêrazorê_515_sobe_li_dibistanan_hatin_belavkirin
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 515 sobe ji bo dibistanên gundên li rojhilatê Dêrazorê pêşkêş kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2020 06:36 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê 515 sobe li dibistanan hatin belavkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 515 sobe ji bo dibistanên gundên li rojhilatê Dêrazorê pêşkêş kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî Komîteya Perwerdê Û Fêrkirinê 200 sobe li ser 45 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Firatê, 150 sobe li ser 57 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya El-Sosê, 55 sobe li ser 37 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Hecînê û 110 sobe li ser 35 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Geranîc belav kirin.   

 

Di sala borî de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 3 hezar û 62 sobe ji bo dibistanên gundên rojhilat tevî mazotê pêşkêş kiribûn.