-
Bi fermana dewleta Tirkiyê ya dagirker çete şerê hevdu dikin
Hezîran 24, 2022 04:22Hemgavê gefên serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de, di navbera çeteyan de şer derket. Pisporên karûbarên herêmê û komên terorîst diyar dikin ku ev şer bi fermana dewleta Tirkiyê rû didin û armanc pêkanîna berjewendiyên vê dewletê ye.
-
Li bakurê sûriyê hêzên Tirkiyê 3 ciwanên Kurd îşkence kirin
Hezîran 24, 2022 04:56Li bajarê Amûdê yê bakurê Sûriyê Hêzên Tirkiyê îşkence li 3 ciwan ên Kurd kirine û bi tundî li wan dane. Hat diyarkirin ku cendirmeyan ew her sê ciwan piştî îşkenceyê ji sînor dûr xistine.
-
Du welatiyên din ên efrînî ji aliyê çeteyan va hatin revandin
Hezîran 23, 2022 07:43Hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya Efrînê du welatî revandin.
-
Teqînek li Der'aya Sûriyê qewimî
Hezîran 23, 2022 03:40Ji ber teqîna pakêteke teqemeniyê li parêzgeha Der'aya Sûriyê du kes birîndar bûn.
-
Bakûrê Sûriyê: Hêzên Rizgariya Efrînê 7 çeteyên dagirker berteref kirin
Hezîran 22, 2022 06:47Di du çalakiyên cuda yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di meha Hezîranê de li bakurê Sûriyê li dijî dagirkeran pêk anîne de, 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.
-
HRE: Li Babê 7 çeteyên dewleta Tirkiyê hatin kuştin
Hezîran 21, 2022 17:19Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li herêma El-Babê ya dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 7 çeteyên Artêşa dagirker a Tirkiyê hatine kuştin.
-
Lubnan, Sûriye û Misirê peymaneke gazê îmze kir
Hezîran 21, 2022 16:55Lubnanê tevî Sûriye û Misirê îro peymanek îmze kir ku li gorî wê dê salane 650 milyon metrekûb gazê di ser Sûriyê re ji Misirê veguhêzin Lubnanê.
-
Terorîstên Tehrîr El-Şamê bi dagirkirina çend gundên din xwe nêzîkî navenda Efrînê kirin
Hezîran 21, 2022 16:43Koma Terorîst a Tehrîr El-Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ku Tirkiye jê piştgiriyê dike, piştî şer û prevçûnên bi grûpên din ên çete yên ser bi Tirkiyê re, hejmarek ji gundên Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê xistin bin destê xwe û nêzîkî bajarê Efrînê bûye.
-
Gelê Sûriyê rê li ber hêzên terorîst ên Amerîkayê digire
Hezîran 21, 2022 11:55Niştecihên du gundên parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê rê li derbasbûna karwanên hêzên terorîst ên Amerîkayê girtin.
-
Griffiths: Sûriye di bin metirsiya krîzeke mirovî de ye
Hezîran 21, 2022 10:19Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) bo karûbarên mirovî hişyarî da li ser krîza birçîbûnê û nebûna ewlehiya xwarekê li Sûriyê.