Du welatiyên din ên efrînî ji aliyê çeteyan va hatin revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334784-du_welatiyên_din_ên_efrînî_ji_aliyê_çeteyan_va_hatin_revandin
Hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya Efrînê du welatî revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2022 07:43 Asia/Tehran
  • Du welatiyên din ên efrînî ji aliyê çeteyan va hatin revandin

Hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya Efrînê du welatî revandin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyekî diyar kir ku çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirkiyê li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê du welatî revandin.

Li gorî heman çavkanîyî, navên kesên hatine revandin, Xelîl Ebdo (32) û Hisên Şêxo ne.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan kesên revandî bigirin cihekî ne diyar e.