Li bakurê sûriyê hêzên Tirkiyê 3 ciwanên Kurd îşkence kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334792-li_bakurê_sûriyê_hêzên_tirkiyê_3_ciwanên_kurd_îşkence_kirin
Li bajarê Amûdê yê bakurê Sûriyê Hêzên Tirkiyê îşkence li 3 ciwan ên Kurd kirine û bi tundî li wan dane. Hat diyarkirin ku cendirmeyan ew her sê ciwan piştî îşkenceyê ji sînor dûr xistine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2022 04:56 Asia/Tehran
  • Li bakurê sûriyê hêzên Tirkiyê 3 ciwanên Kurd îşkence kirin

Li bajarê Amûdê yê bakurê Sûriyê Hêzên Tirkiyê îşkence li 3 ciwan ên Kurd kirine û bi tundî li wan dane. Hat diyarkirin ku cendirmeyan ew her sê ciwan piştî îşkenceyê ji sînor dûr xistine.

Dildar Mecîd Silêman ê 18 salî, birayê wî Dilyar Mecîd Silêman ê 16 salî û Malik Xedban ê 16 salî ji Rûdawê re axivîn û diyar kirin ku wan dixwestin ku bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibin û ji wir derbasî Ewropayê bibin, lê leşkeran ew girtine.

Malbatên van ciwanên kurd ji Rûdawê re gotin, dema ku wan her 3 ciwanan dixwstin bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibin û ji wir biçin Ewropa, cindirmeyên Tirkiyê ew li ser sînor girtine û rût û tazî kirine û li wan xistine û bi giranî ew îşkence kirine.

Ew ciwan ji gundê Sinceqa Sedûn ya Amûdê ne.