-
Başûrê Libannê di bin agirê siyonîstan de; Elî el Tahir careka din hat bombarankirin
Îlon 04, 2026 14:16Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Artêşa Rejîma Siyonîst derdora bilindahiyên Elî El Tahirê li başûrê Libnanê daye ber bombeyan. Hevgavê viya firaksiyona Berxwedanê li Meclisa Libnanê ragihand: Rejîma Siyonîst Hevhatina Çarçoveyê wekî emrazekê ji bo dewama cinayeta jînosaydê bi kar tîne.
-
Derfirotina nifta Erebistanê daketiye asta herî kêm a di deh salên va dawiyê de
Îlon 03, 2026 19:03Bloombergê ragihand: Hinardekirina niftê ya Erebistana Siûdî piştî şerê li dijî Îranê û şert û mercên qeyranî yên li Deryaya Sor daketiye asta herî nizm a neh salên dawî.
-
Dewama cinayetên li Perrava Rojava; Şehîdbûna 2 filistîniyan di êrişa leşker û bajaroknişînên Siyonîst de
Îlon 03, 2026 18:44Rêxistina Hîva Sor a Filistînê û Wezareta Tendirustiya vî welatî ragihandin ku di encama êrişa bajaroknişîn û leşkerên Rejîma Siyonîst ser Perrava Rojava de 2 filistînî şehîd bûn.
-
Êrişa mûşekî ya Yemenê ser binkeyên kirêgirtiyên siûdî
Îlon 03, 2026 17:44Çavkaniyên ser bi Riyazê basa êrişa bi mûşekan a Artêşê û Ensarullah a Yemenê ser bendera stratêjîk a Mexayê û avêtina herîkêm pênc mûşekên balistîk ser vê navçê kirin.
-
Dewama binpêkirina agirbesa li Libnanê; Êrişa hewayî û topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser çend bajarokan
Îlon 03, 2026 10:44Rejîma Siyonîst wek dewama binpêkirina agirbesê li başûrê Libnanê, êrişî çend bajarokan kir.
-
Yemen: Em li rex Îranê sekinîne
Îlon 02, 2026 18:37Wezareta Karên Derve ya yemenê di daxuyaniyekî de ragihand: Bersiva Îranê li hember destdirêjiyên Amerîkayê mafê rewa yê vî welatî ye û anegorî hemû peyman, qanûn û erf û edetên navnetewî ye
-
Serokwezîrê Pakistanê: Destdirêjîya ser Îranê hokara qeyranê li navçê ye
Îlon 01, 2026 17:18Serokwezîrê Pakistanê got: Binpêkirina yekperşetîya axa Komara Islamî ya Îranê wek endamekî Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê ya di destpêka îsal da bû sedema qeyraneke mezin li navçeyê û em pêgirîyê dikin ku tenha rêkar, dîplomasî ye.
-
Êrişa bi xwefiran a Hizbullah a Libnanê ser koma leşkerên Siyonîst li başûrê Libnanê
Tebax 31, 2026 15:52Hizbullah a Libnanê di êrişeke bi xwefiran, tankeke Mêrkavay a Artêşa Rejîma Siyonîst û komek ji leşkerên vê rejîmê li başûrê Libnanê kire hedef. Di encama vê êrişê de leşkerekî dagirkir birîndar bû.
-
Xwenîşandana gelê Behrêynê dijî mehkemekirina alimên dînî yên Şî`e
Tebax 30, 2026 18:41Gelê Behrêynê bi nîşana şermezarkirina berdewambûna desteserkirin u mehkemekirina alimên dînî yên Şî`e li vî welatî dest bi xwenîşandanê kirin.
-
Şêx Ne`îm Qasim: Imam Xamineyî yê şehîd ji rêya yekitîya piratîkî ya islamî bû sedema vejîyandina doza Filistînê
Tebax 30, 2026 17:18Şêx Ne`îm Qasim Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: Imam Xamineyî yê şehîd ji yekitîya nêrînê ya islamî berê xwe da yekitîya piratîkî û vê yekê doza Filistînê vejîyand.