Serokwezîrê Pakistanê: Destdirêjîya ser Îranê hokara qeyranê li navçê ye
Serokwezîrê Pakistanê got: Binpêkirina yekperşetîya axa Komara Islamî ya Îranê wek endamekî Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê ya di destpêka îsal da bû sedema qeyraneke mezin li navçeyê û em pêgirîyê dikin ku tenha rêkar, dîplomasî ye.
Şehbaz Şerîf di civîna Serokên welatên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê li şarê Bîşkekê got: Komara Islamî ya Îranê wek endamekî Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê, di destpêka îsal da ket ber êrişê û serwerî û yekperçetîya axa wî hat binpêkirin. Ev yeka bû sedema qeyraneke mezin li navçeyê.
Şehbaz Şerîf herwiha got: Daxistina rêyên tranzîtê ku encama vê qeyrana mezin a navçeyî ye, ricaf xistîye debara jîyanê ya cîhanê û gellek welat nemaze Pakistan ketine ber dûhatên nerênî yên wê.
Serokwezîrê Pakistanê pêgirî kir: Dîplomasî tenha rêkara mayinde ji bo xilasbûna ji qeyranê ye u pêgirîyê dikim ku bicihanîna liyêkgiheştinama Islamabadê yê alîkarîyeke mezin bide pêkhatina aştî u seqamgîrîyê.
Serokwezîrê Pakistanê herwiha ji ber rewşa Xezze u Rexê Rojavaya Çemê Urdinê dilnigeranbûna xwe dîyar kir u xwest ku şerê dijî filistînîyan were sekinandin û ji civaka cîhanî xwest ku pabendê sozên xwe yên alîkarîya bo gelê Filistînê bin.